Amerîka: Pêvajoya vekişîna ji Efxanistanê ji sedî 50 pêk hatiye

Fermandariya Navendî ya DYA (CENTCOM) ragihand ku vekişîna leşkerên wan ji Efxanistnaê ji sedî 50 bidawî bûye û heta Îlonê li gorî plana hatî amadekirin wê vekişîn bidawî bibe.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya DYA (CENTCOM) Kenneth McKenzie, di daxuyanîyekê de got,

Arteşa Amerîkî ji sedî 50 pêvajoya vekêşana ji Afganistanê qedandiye.

Bi vê yekê re, artêş li gorî plan dike heta miha Îlonê vekişîna hêzên xwe bi giştî pêk bîne.

Kenneth McKenzie anî ziman ku vekişîna bi ewle û bi hişyarî ya leşkerên Amerîkî ji Afganistanê, bi fermana Serok Biden û bi hevkarî û hevalbendên wan yên NATO re, didome.

McKenzie diyar kir ku wan nêzîkî nîvê pêvajoya vekişînê temam kir û heta meha Îlonê jî wê vekişîn bi giştî pêk were.

Divê navberê de, McKenzie îdîa kir ku ji bo rêgirtina li pêşiya Îranê, ew li Rojhilata Navîn bimênin.

Bi gotina serokê DYA Joe Biden ya 14’ê Nîsanê re, êdî vekişîna ji Efxanistanê 1’ê Gulanê despê kiribû.

Li Efxanistanê derdora 2 hezar û 500 leşkerên Amerîka û nêzî 18 hezar karmendên bipere hene.

Her wiha 7 hezar û 500 leşkerên NATO jî hene.

Back to top button