Şandeya Hemasê ji bo agirbesta bi Îsraîlê re serdana Misrê kir

Şandeyek ji rêveberiya Hemansê ji bo danûstandinên dosyeya agirbestê bi Îsraîl re û gelek dosyayên din ên girêdayî şerê dawîn, nîqaş bikin berê xwe dane Misirê.

Dezgehên çapemeniyê ya Filistînê anîn ziman ku li ser vexwendina rêveberiya Misirê, Serokê Nivîsgeha Siyasî yê Tevgera Hemas Îsmaîl Heniye û şandeyek ji rêveberiyên tevgera wî, îro gihaştin Qahîre da ku danûstandinan di geşdanên siyasî û meydanî de, nîqaş bikin.

Di nav şandeya tevgerê de cîgirê serokê tevgerê Salih El-Erorî û endamên nivîsgeha siyasî Musa Ebû Merzoq, Ezet El-Rişiq, Mihemed Nezal, Rohî Mişteha, Husem Bedran û Zahir Cebarîn, hene.

Ji destpêka ragihandina agirbestê di 21`ê Gulana borî û heta niha, civînên danûstandinên agirbetê yê bi sponseriya Misirê didomin.

Ev danûstandin piştî şerê 11 rojan ku navbera Îsraîl û hêzên Filistînî de bi ragihandina agirbestekê bidawî bûbû.

Back to top button