Sîxurên MÎT’a Tirk ên dixwestin tevgerke terorîstî pêk bînin, mikur hatin

Gel û Hêzên ewlekariyê yên bakur û rojhilatê Sûriyê plan û hewldanên tevliheviyê yên dewleta Tirk ku dixwaze bi rêya sîxurên herêmî bike, têk dibin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn mikurhatina şaneyeke girêdayî MÎT’a Tirork ku navê “Cund El-Heremên” li xwe kiribû weşand.
Karê vê şaneya sîxuran teqandina stasyonên elektirîk û avê ên li Reqayê bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li xwe mikurhatinên şaneyeke MÎT a Tirk ku li stasyona Firûsiyê ya kehrebeyê û stasyona Ednaniyê ya avê yên Reqayê teqîn pêk anîbûn weşand.

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şane ji 5 kesan pêk tê û ji bo wêrankirina binesaziya kehrebe û avê ya herêmê û şewitandina erebeyên meclisên sivîl ên bajêr û gundewarên wê hatine erkdarkirin…

Yek ji wan Sîxuran, Mistefa Mihemed El-Hemed e.

El-Heme dibêje ku ew bi riya kesekî bi navê Beşar tevlî şaneyê bûye û wî ew fêr kiriye ku kar çawa bikin.. El-Hemed Tîne ziman ku wî û kesê bi navê Beşar berê xwe dan stasyona Firosiya û li wê derê mayîn bi cih kirine.

Her wiha diyar dike ku jê xwestine ku erebeya serokê desteya Perwerdê bişewitîne..

Sîxur Ebd-El-Helîm El-Şieyb jî tîne ziman ku wan çawa mayîn birine li stasyona elektirîk a 5 li Ednanyê bi cih kirin û roja din teqandin.

Sîxurekî din jî bi navê Mehmûd Hisên Salihe û ew mikur tê ku karê wî ew bû ku erebeyên rêveberiyên sivlî bişewitînin û şaneya ku pê re kar dikir, erka wan ew bû.

Sîxurê bi navê Mihened Mihemed El-Xelef jî dibêje ku jê hatiye xwestin ku stasyonên elektirîk û avê biteqînin..

Sîxur Emar El-Xelef jî ku endamekî şaneyê ye, tîne ziman ku ew bi riya kesekî li Girê spî tevlî vî karî bûye û jê hatiye xwestin ku dîmenên cihên leşkerî ji wan re bişîne..

Yasir Mihemed, ew jî endamekî şaneyê ye û tîne ziman ku jê re gotine tuyê bi me re bixebitî, wî jî agahî nedaye cihên peywendîdar..

Çeteyan detayên êrişên li dijî stasyona Firûsiyê ya kehrebeyê û Ednaniyê ya avê û hewldanên şewitandina erebeyên komîteya perwerdeyê û şêx Hemadî li mezraya El-Qehtaniyê jî anîn ziman..

Li gorî mikurhatina şaneyê, zêdetirî 10 hezar dolar ji bo wan hatiye xerckirin.

Back to top button