Li Sehl El-Xab a Hemayê, 15 çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku artêşa hikûmeta Şamê li Sehl El-Xab a Hemayê, erebeyeke leşkerî ya çeteyên Tirkiyê, kir armanc.
Di encamê de, 15 çete hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.
27 leşkerên hikûmetê û 12 DAIŞ’î li çolistana Hema û Dêra Zorê hatin kuştin
Li aliyekî din, di encama êrîşekê DAIŞ’ê de, 27 leşkerên hikûmeta Şamê û 12 DAIŞ’î li çolistana Hema û Dêra Zorê hatin kuştin.
Balafirên Rûsî jî herî dawî, 54 êrîşên asîmanî li çolistanê li dijî çeteyan pêk anîne.