Derbarê geşedanên dawî li herêmê endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) Salih Muslim got ku pêkanîna yekitiya kurdî bi diyarkirina dijminê stratejîk ê kurdan, pêkan e.
Salih Muslim bû mêvanê bernameya “Sunai El-Qerar” a kenala Rojava Tv bi zimanê erebî weşanê dike û wiha got:
Porvakasyonên dawî yên hikumeta Şamê yên li dijî Rêveberiya Xweser bi hevkariya dewleta Tirk re pêk tên, armanca jê bi êrişên derve û tevliheviya hundirîn rêveberiyê lawaz bikin.
Muslim li ser diyalogên yekitiya kurdî got: “Heger em di diyarkirina dijminê stratejîk ê kurdan de bibin yek, wê demê avakirina yekitiya kurdî pêkan e.”