NY girtina serçeteyê Qayîda li Yemenê piştrast kir

NY, girtina serçeteyê “Qayîdê yê li Girava Ereban” Xalid Batirfî li Yemenê piştrast kir.

Raporeke NY ku li Konseya Ewlekariya Navdewletî hat nîqaşkirin, yekem car girtina serçeteyê Qayîdayê ku berî çend mehan li Yemenê hatibû girtin, piştrast kir.

Hat diyarkirin ku, cîgirê wî Saed Atif el-Ewleqî jî Cotmeha borî di operasyoneke ewlehî li bajarê el-Xêda li parêzgeha el-Muhra ya Yemenê de hat kuştin.

Lê NY ti hûrgulî der barê girtina Batirfî de bi par ve nekir, her wekî cihê wî jî diyar nekir.

Ev serçete weke gencîneyeke agahiyan bo Ajansên Dijî-teror ên Amerîka û cîhanê tê dîtin, ku têkildarî Qayîdayê, xwedî gelek zanyar û ziravî ye.

Li gorî rapora NY, tora Qayîdayê ya li cîhanê aniha pir berdêl dane, nemaze piştî vekişîna gelek kesayetên payebilind ji refên wê li Girava Ereban û kuştina serçeteyên wê li Efxansitan, Malî, Somal û parêzgeha Idliba Sûrî ya di bin destê Tirkiyê de ye aniha..

Back to top button