Çeteyan êşkence li welatiyekî ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabata ya Efrînê kir

Li Efrîna dagirkirî, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin. Çeteyên dewleta Tirk êşkenceyê li kesên ku li dijî hovîtiya wan derdikevin, dikin. Her wiha çete malûmilkên welatiyên Efrînê desteser dikin û difroşin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li welatiyê bi navê Rokan Ekaş yê ji gundê Kaxirê yê bi ser navçeya Mabata dan û êşkence lê kir.

Hat diyar kirin sedema êşkenceyê jî ew e ku Ekaş rê neda çeteyan darên derdora gund bibirin.

Çeteyan mala welatiyekî ku di bin êşkenceyê de kuştibûn, desteser kir

Li aliyekî din, çeteyan mala welatiyê bi navê Silêman Nûrî Numan yê ku beriya çend rojan di girtîgehên çeyteyan de di bin êşkenciyê de hat qetilkirin, desteser kir.

Bi heman hincetê çeteyan dest danîn li ser mala welatiyekî li taxa Eşrefiyê jî.

Malpera Efrîn Post jî ragihand ku çeteyan 6 malên welatiyên Efrînê ku desteserkiribûn firotine çeteyên ku li Efrînê hatine bichkirin.

Back to top button