Siyasetmedarên Sûrî: Newroz destpêkirina serkeftinê ye

Siyasetmedarên Sûrî diyar kirin ku Newroz destpêkirina azadî û serkeftina jiyanê li hember mirinê ye û girîngiya diyalogên navxweyî destnîşan kir. 

Cîgirê seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Elî Rehmûn Newroz li tevahî cîhanê pîroz kir û da zanîn ku Newroz cejna bidestxistina azadiya gelan e.

”Ev bone gelê Sûrî li hev kom dike, ji ber ew hemû pêwendîdarên banga azadî, nûkirin û pîrozkirina gelê Sûriyê di cejna wan a neteweyî de ne.”

Dawiyê, Rehmûn anî ziman ku divê her tim diyalog û pêwendî di navbera gelê Sûriyê de hebin da bighêjin Sûriyeke ji her kesî re.

Endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Neteweyî ya Sûrî ya Civakî û rêveberê partiyê şaxê Helebê, Telal Horiye jî derbarê mijarê de axivî.

Telal Horiye Newroz li gel pîroz kir û destnîşan kir ku hemû beşên Sûriyê vê rojê pîroz dikin ji ber cejna serkeftina jiyanê li hember mirinê ye.

Horiye bal kişand ser yekitiya gelê Sûrî û got ”Ev yek bi rêya îrade û berxwedanê pêk tê da ku serkeftinê bi xwe re bîne.”

Back to top button