Biryara girtina serokê Partiya El Nehda Raşid El Xenûşî hat dayîn

Biryar hat dayîn ku Serokê Partiya Muxalif “El Nehda” Raşid El Xenûşî were girtin.
Hincet jî ew e EL-Xenûşî komplo û plan li dijî ewlehiya navxweyî kirine.

Raişd El Xenûşî serokê partiya muxalif El Nehda ye û yek ji rexnegirên herî navdar ên Serokê Tunisê Qeys Seîd e.

Pêncşemê dadwerekî lêpirsînê yê Tûnisî biryara girtinê derheqê El Xenûşî de da.

Sedem jî ev hatiye nîşandan ku Raşid El Xenûşî komplo û plan li dijî ewlehiya navxweyî kirine.

Hesabê fermî yê Partiya El-Nehda li ser Twitterê biryara derbarê wî de piştrast kir.

Her wiha rûpela fermî ya El Raşid El Xenûşî jî li ser Facebookê piştî biryara girtina wî hevokeke wî belav kir û tê de got:

“Ez ji pêşerojê geşbîn im. Tunisa azad.”

Back to top button