Efrîn..Mît’a Tirk parêzereke Kurd ji navçeya Racoyê revand

MIT’a Tirk û çeteyên li Efrînê parêzereke Kurd bi hinceta di saziyên rêvberiya Xweser de kar kiriye ji navçeya Racoyê revand.

Ajansa nûçeyan a Hawar’ê ragihand “MÎT’a Tirk 23’yê Cotmehê, parêzer Necah Omer Eros a 52 salî ku ji gundê Kûîra yê navçeya Raco, revand.”

Hat diyarkirin ku Necah bi îdiayên ENKS’ê bandor bûbû û ji bajarê Helebê vegeriya gundê xwe yê li Efrînê.

Necah bi hinceta ku berê bi saziyên Rêveberiya Xweser re kar dikir, hat revandin û çeteyan ew ber bi cihekî nediyar ve bir.

25’ê mehê jî oldarek bi heman sedemê ji gundê Qûpê yê heman navçeyê, ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin.

Berî niha gelek kes bi idîa û bangên ENKS û çeteyên li Efrînê bandor bûbûn, vegeriyabûn Efrînê û hatibûn girtin.

Back to top button