24 roj in malbatên şehîdên ku ji aliyê PDK’ê ve hatine şehîdkirin li deriyê Sêmalkayê li hêviya cenazeyên zarokên xwe ne. Heta niha jî daxwaza wan a wergirtina cenazeyan bi cih nehatiye.
PDK’ê ne cenazeyan radest dike û ne jî bersivekê dide dayikên van şehîdan.
Dayikên aştiyê ku beşdarî çalakiya konvedanê bûne piştrast dikin heta cenazeyan negirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Dayikan bêdengiya partiyên siyasî li hember van kirinan şermezar kirin û banga helwestê ji wan kir.



