Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê li dijî sûcên şer bang kir

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê di salvegera 2’emîn a komkujiya Nexweşxaneya Sikêniyê de bang li saziyên pêwendîdar û hikumeta Iraqê kir ku bi erka xwe rabin û li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin.

Di 17’ê Tebaxa sala 2021’ê de dewleta Tirk a dagirker Nexweşxaneya Sikêniyê ya li Şengalê bi balafirên şer bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de 4 xebatkarên tenduristiyê her wiha 4 şervanên YBŞ’ê şehîd ketin.

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê di salvegera 2’yemîn a komkujiya Nexweşxaneya Sikêniyê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ji bo qirkirina Êzidiyan temam bikin, dest bi her cûre êrîşên ne exlaqî û dij mirovane kirin.

Li gorî Hiqûqa Cezayê ya Navnetewî, êrîşa li ser nexweşxaneyan û mirovên bêparastin sûcê şer e.

Dewleta Tirk li şengalê îmze avêt bin sûceke din a şer ya li gorî qanûnên navnetewî.

Em wek Komîteya Tendûristî a Şengalê bang li hemû saziyên pewendîdar û hikûmeta Iraqê dikin, bi erka xwe rabin û lihember van sûcên şer bêdeng nebin.”

Back to top button