Endamê Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan-ÎHD’ê Şevket Akdemîr diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Apo ne tenê bandorê Kurdistanê bandorê li Rojhilata Navîn dike.
Ji 25’ê adara 2021’ê ve tu xeber ji Rêber Apo nayê girtin.
Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta “disiplînê” bi awayekî sîstematîk tên redkirin.
Şevket Akdemîr destnîşan kir ku li gor daneyên Komeleya Mafê Mirovan herî kêm 600 girtiyên nexweş hene û wiha bal kişand ser bandora tecrîdê li ser girtîgehan:
“Tecrîd ne tenê Tirkiyeyê, bandorê li hemû Rojhilata Navîn dike. Lewma demildest divê ev tecrîd bê rakirin.
Ger tecrîd bidome, dê li welêt alozî rû bide û krîza aborî kûrtir bibe. Ger tecrîd bi dawî bibe, dê mirov rihet bibin, dê aştî û aramî bê welêt.
Bi taybetî jî divê CPT ji bo vê tevbigere. Her wiha divê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî di vî warî de hesas bin.”



