Li Şedadê belavkirina mazotê dewam dike

Ji bo demsala zivistanê komîteya Sotemeniyê ya navçeya Şedadê mazotê li şêniyan belav dike.

Komîteya Sotemeniyê di 15’ê Hezîrana borî de dest bi belavkirina mazotê li şêniyên Şedadê kir.

Heta niha mazot li 68 malbatî hatiye belavkirin.

Komîte ji bo wergirtina kartên sotemeniyê xwestekên şêniyan pêşwaz dike û malbatên li herêmên başûrê Hesekê ku îsbat û belgeyên wan ên şexsî tunene jî pêşwaz dike.

Der barê vê yekê, endamê Komîteya Sotemeniyê Ehmed El Dixêm axivî û got: “Me li navçeyên Şedadê, Ebdan, Ebû Fas û Deşîşe dest bi belavkirinê kiriye.”

El Dixêm diyar kir ku belavkirin li gor planên belavkirinê û komînên gund û bajaran, bi rêk û pêk e û tê payîn ku berî Kanûnê belavkirin bi dawî bibe.

Back to top button