HRE’ê nasnameya şehîd Şêrhat Efrîn eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şehîdekî xwe yê bi navê Şêrhat Efrîn eşkere kir .

HRE’ê derbarê vê yekê daxwuyaniyek bi raya giştî parve kir û got:

“Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê a Efrînê de têkoşîna me ya li hember dagirekran didome.

Di 20’ê Çileya 2023’an de li herêma Efrînê Rêhevalê me Şêrhat Efrîn şehîd bû.

Rêhevalê me Şêrhat di sala 2022’an de di temenê ciwantiyê de tevlê nava refên hêza me bû..

Bi kesayeta xwe ya kedkar û fedekariya xwe tevlîbûyînek çalak çêkir.

Ji bo rizgarkirina bajarê Efrînê re ji nû ve vegera gelê xwe re erka pêşengtiyê girt li ser milê xwe.

Di nav rêhevalên xwe de hat hezkirin ku kedkar û rêhevalek dilnizm bû. ”

Li gorî daxwiyaniyê nasnameya şehîd wiha ye :

Nav û Paşnav: mihemed Seydo
Nasnav :Şêrhat Efrîn
Cihê Şehadetê: 20’Çileya 2023-Efrîn

Back to top button