HPC-JIN a bajarê Tirbespiyê bi diruşma ” Xwedî derketin rûmeta Jîna Emînî, mafê jinê ye xweparastinê ye” civîna xwe y 2 salan li dar xist.
Endamên HPC-Jin tevlî civînê bûn.
Jinên HPC’ê di civînê de kar û xebatê xwe yên 2 salan nirxandin.
Her wiha êrişên dewleta Tirk yên bi çekên kîmyewî bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîla şermezar kirin.
Berdevka HPC-JIN a Tirbespiyê Asya Cumaa di civînê de axivî û diyar kir ku ji destpêka şoreşê û heta niha jin di hemû kar û xebatan de cihê xwe girt.
Jinên tevlî civînê bûn berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin jî silav kirin û gotin: ”Berxwedana li Çiyayên Kurdistanê tê meşandin bûye navenda têkoşîna li hember qirkirina gelê azadîxwaz.”