Li Herêma Firatê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û xwendekarên bi diruşma “Teqez em ê bi serkevin” 1’emîn Komxebata xwendekaran li dar xistin.
Komxebat li hola Ronîwar ya bajarê Kobanê bi beşdarbûna150 xwendekarên ji Zaîngeha Kobanê, peymangeha Şehîd Zozan û xwendekarên amadehî, hat lidarxistin.
Komxebata li ser mijarên nasnameya xwendekarên welatparêz û demokratîk, şerê taybet, rêxistinbûn û çareserî hat destpêkirin.
Beşdaran di axvitinên xwe de diyar kirin ku divê xwendekar bi fikr û felsefiya şehîdan şoreşa xwe biparêzin.
Hat piştrast kirin ku erkên xwendekaran ew e ji bo pêşeroja civakê, xwe baş pêş bixin û bikaribin xizmeta civak xwe bikin.
Piştre xwendekaran derbarê mijarên komxebata nirînên xwe dan.