Malbata Gulo: Kesên li paş bûyera Amûdê ne, niha di hembêza dewleta Tirk de ne

28’ê Hezîrana 2013’an de di navbera YPG û komên çekdar de bûyerek rû da. Di encamê de 6 sivîl bûne qurbanî. Di wî şerî de şervanê YPG’ê Îsa Gulo (Sebir Gulo) şehîd bû. 

Yek jî qurbanên vê bûyerê mala Guloye. Derbarê bûyerê de birayê Şehid Îsa Gulo(Sebir Gulo), Rêzan Gulo ji ajansa hawarê re axivî.

Rêzan Gulo diyar kir ku êrîşa Amûdê bi destê komên çekdar ên girêdayî ajandayê derve pêk hat û got;

“Hêzên me wê demê ji Bendava Hesekê dihatin piştî ku ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Wê demê şêniyên navçeyê xwepêşandanan li dar dixistin û banga serbestberdana çalakvanan dikirin.

Komên çekdar jî ji vê yekê sûd wergirtin êrîşî yekîneya me ya ku li Bendava Hesekê vedigeriyan kirin.

Di vê êrîşê de Îsa Gulo ku di vê yekîniyê de cih digirt hate şehîd xistin.
Ez ji kesên yekemîn bûm ku gihiştim ser cenazeyê wî.

Em teqez dikin ku ev buyer bi destê komên cedar ên girêdayî ajandeyên derve û Tirkiyê pêk hat.

Ev bûyer derxistin da ku fitneyê biafirînin. Kesên li pey vê bûyerê di hembêza dewleta Tirk de ne û her kes vê yekê dizane.”

Back to top button