Papa Francis :Tundiya li ser Jinê ji bo min mîna Şeytan e

Serokê Dêra Katolîk Papa Francis got, kesên ku şîdeta li dijî jinan kirine “hema şeytanî ne”. Gotinên Papa wek “bersiva wî ya herî xurt” li hemberî tundiya li ser jinan hat nirxandin.

Papa Francesco di kanala TG5 a Îtalyayê de axaftinek kir.

Papa got, “Gelek jin di malên xwe de tundî û destdirêjî li ser wan têne kirin.”

Papa bi jina bi navê Giovanna re axivî û diyar kir ku ew bi 4 zarokên xwe re ji mala ku tundî lê hatiye kirin reviyaye.

Giovanna destnîşan kir ku jinên rastî îstîsmarê tên rûmeta xwe winda nakin.

Papa ji destpêka pandemiyê ve di derbarê şîdeta nav malê de daxuyaniyên cûda da.

Qedexeyên derketina ji malê ku weke tevdîrên parastina ji vîrûsa coronayê bûn, li seranserê cîhanê tûndiya li nava malê zêde kir.

Back to top button