Tahran: Danûstandin piştî sersalê wê careke din despê bike

Îran dixwaze danûstandinên peymana nukleerî di zutirîn demê de bi encam bibe.
Lê ev danûstandin li gorî daxwaza Tahranê nameşe. Ji ber vê yekê, gelek caran danûstandin di nîvê de radiweste. Piştî hatina rêveberiya Serokê DYA Biden û heta niha, 7 gerên danûstandinê pêk hatine. Lê hîna encamek berbiçav çênebûye û danûstandin ji bo demekê jî hatin rawestandin. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Xetîbzade got, Wan heta niha li ser 2 xalan li hev kirine û danûstandin wê piştî sersalê careke din despê bike.

Rêveberiya Tahranê bîna texmîn dikir Amerîka danûstandinên peymanê lewaz dimeşêne.

Her çiqasî piştî hatina rêveberiya Serokê DYA Joe Biden, 6’ê Nîsanê danûstandinan careke din despêkirin jî lê heta niha ti encam nehatiye girtin.

Herî dawî 29’ê Mijdarê piştî rawestandina 5 mehan ji danûstandinên peymana nukleerî alî li Viyanayê kom bûn.

Gera 7’emîn a daûnstandinan di bin çavdêriya YE de li paytexta Awistralya Viyanayê pêk tê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîpzade di civîna çapemeniyê ya heftane de têkildarî hevdîtinên Viyanayê daxuyanî da.

Seîd Xetîpzade diyar kir ku di danûstandinên Viyanayê de rasterast bi DYA’yê re hevdîtin pêk neanîne û got;

Bi rêya YE’yê peyamên pêwîst ji rêveberiya Washingtonê re hatine şandin.

Xetîpzade dazanîn ku li ser her du pêşnûmeyên ku ji aliyê Îranê ve hatine pêşkêşkirin de lihevkirin çêbûye û got;

“Piştî danûstandinên dirêj, li ser her du pêşnûmeyan encamek derket.

Eger di destpêka danûstandinan de aliyên dijber heman helwest nîşan daban, ev lihevkirin wê hîna demek nêztir pêk hatiban.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku danûstandinên li Viyanayê wê piştî sersalê dîsa dest pê bikin.

Seîd Xetîpzade li ser jinûve aktîvkirina sîstemên kamerayên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê li navenda Kerecê di çarçoveya rêkeftina peyamana nukleerî de jî ev tişt anî ziman:

“Piştî ku rêkarên teknîkî û ewlehiyê yên pêwîst bên kirin, em ê rê bidin ku sîstema kamerayê li navenda nukleerî ya Kerecê bên aktîfkirin.

Di vî warî de ti pirsgirêkên me nîne.”

Serokê berê yê DYA’yê Donald Trump Gulana 2018’an bi awayekî yekalî ji peymanê vekijiyabû.

Tehranê jî ev yek ji xwe re kiribû hincet û 2019’an de dest bi binpêkirina qedexeyên nukleerî kir.

Back to top button