Besê Hozat: Berxwedana Rêber Apo di nava 25 salan de bû civakî bû gerdûnî

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku divê mirov her nêzîkatiyek a li hemberî Rêber Apo, weke nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd û pirsgirêka Kurd bibîne û got:
“Şerê li Îmraliyê tê meşandin, berhemê siyaseteke kûr û piralî ye.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî axivî.

Besê Hozat diyarkir ku komplo bi şêwazê tecrîdê didome û ev nirxandin kir:

Komploya navneteweyî 25 sal in di çarçoveya polîtîkaya tecrîdê de didome.

Armanc; Teslîmkirina Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd yê berxwedêr e.

Sîstema êşkence-tecrîdê ya Îmraliyê polîtîkaya qirkirina Kurdan a nûjenkirî ye.

Şerê li dijî Rêber Apo, şerê qirkirina gelê Kurd e.

Rêber Apo vîna azadiya gelê Kurd e. Navnîşana çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e.

Her nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo divê weke nêzîkatiya gelê Kurd û pirsgirêka Kurd bê dîtin.

“Pergala tecrîda Îmraliyê navenda polîtîkaya qirkirina Kurdan e”

Besê Hozat wuha berdewamî da axaftinê xwe:

“Pergala tecrîda Îmraliyê navenda polîtîkaya qirkirina Kurdan e.

Polîtîkayên qirkirinê yên bi sedsalan ên herî kevnar li Îmraliyê tên meşandin.

Di vî warî de bi temamî îdeolojîk û siyasî ye.

Hemû çavkaniyên aborî yên Tirkiyeyê ji bo şerê li dijî kurdan xerc kirin.

Ev 25 sal in bombe li çiya, deşt û bajarên Kurdistanê dibarînin.

Bi deh hezaran çete û kontra ji bo rijandina xwîna Kurdan tên xwedîkirin.

Sîxurî bi sed mîlyon dolarî tê pêşxistin.

Dewleta Tirk bi polîtîkaya xwe ya tecrîdê xwest Rêber Apo teslîm bigire, lê bi ser neket; berxwedana Rêber Apo bûye civakî û gerdûnî.

“Jina Kurd bû hêza pêşeng ya tevgerên cîhanê”

Besê Hozat berdewamî wiha behsa bandora paradîgmaya Rêber Apo kir:

“Şoreşa Rojava ya bi xeta azadiya jinê û têgihiştina neteweya demokratîk tarîtiya Rojhilata Navîn ronî kir.

Jina Kurd kir hêza pêşeng a îdeolojîk û pratîk a tevgera jinên cîhanê.

Paradîgmaya neteweya demokratîk bi şoreşa Rojava re jîn bû.

Tifaqa stratejîk a gelên Kurd-Ereb weke serkeftineke bi heybet a paradîgmaya neteweya demokratîk derxist holê.

“Tirkiye ji bo pêkanîna plana Osmaniya nû êrişê Rojava dike”

Besê Hozat herî dawî êrîşen li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got:

“Bi nêzîkatiyeke neo-osmanîst êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava û Başûr dike.

Tişta ku divê were fêmkirin encama xeta berxwedana Rêbertî dexistiye holê, Tirkiye xitimiye.

Dijminatiya li Kurdan Tirkiye xistiye nava şerekî kor.

Tirkiye ji çar aliyan ve di navbera kendalên bêbinî de asê maye.

Gelê kurd wê bi bi hêz û baweriya xwe ya azadiyê biser bikeve.

Back to top button