Li bajarê Kerkûkê çalakvan û mamostayên olî bi dirûşmeya “Biratî û pêkvejiyanê” civîneke çapemeniyê lidar xistin.
Û bang li hemû lîste û namzetên Kurdistanî yên parêzgeha Kerkûkê kirin ku bi hev re ji bo serkeftina Kurdan kar bikin.
Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê hilbijartinê parêzgehan re demeke kêm maye, li partiyên kurdan li kerkûkê ji ber ne yekin, ev bêhîvîtiyê daye hilbijêran.
Çalakvan û mamostayên olî yên Kerkûkê bi daxuyaniyek banga partiyên kurdî yên li kerkûkê kirin û gotin;
Divê partiyên kurdî dev ji kîn û nefretê berdin, ji bo aştî, biratî û demokrasiyê kampanyayek hevbeş ji bo ji holêrakirin û nehiştina zulmê bimeşînin.
Divê dema pêngava hilbijartinê de ti partiyên kurdî hev reş nekin
partiyên kurdî divê xelkê teşwîq bikin ku beşdarî hilbijartinan bibin û dengê kurdan li kerkûkê biparêzin.”
Çalakvan û mamostayên olî yên Kerkûkê di dawî de daxwaza avakirina Meclisa Bilind ya Kurdistanê ji bo piştgirîkirina pêngav û ji xelkê bajêr bike kir.