Ciwanê HDP’ê Selman Şen: Cendirme gefan li min dixwin

Dewleta Tirk oprasiyonên qirkirina siyasî ranawestîne, herî dawî Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Edeneyê Selman Şen, gef lê hate xwarin.

Selman Şen nîşan kir ku ev demeke ji aliyê Cenderma ve tê şopandin, sîxurtî lê tê ferzkirin, ji ber vê jî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da.

Şen, anî ziman ku hefteya borî li Xaçerêya Karasûyê çalakiyek çêbû, polîsan ew kir armanc û li nav kuçeyê lêxistin.

Tê zanî ku Selman Şen, di sala 2019’an de, gelek caran hatiye binçavkirin, di 2019’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin û 9 mehan di girtîgehê de maye.

Back to top button