Şandeya ciwanan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevdîtinan pêk bîne çû bajarê Bremen ê Almanyayê, li Zanîngeha Bremenê û Parlamentoya Eyaletê hevdîtin pêk anîn.
Şandeya ku li Zanîngeha Bremenê û Parlamentoya Eyaleta Bremenê hevdîtin pêk anî, hem bal kişand ser girîngiya Şoreşa Rojava û hem jî têkildarî êrîşên dewleta Tirk agahî dan.
Rawestgeha yekemîn a şandeya Rêveberiya Xweser Zanîngeha Bremenê bû.
Endamên şandeyê diyar kirin ku projeya konfederalîzma demokratîk a Rêber Apo bi Şoreşa Rojava re pêk hatiye.
Şandeya Rêveberiya Xweser piştre çû serdana Parlamentoya Eyaleta Bremenê.
Şandeyê derbarê xebat û rêxistinbûna ciwanan di Rêveberiya Xweser de, agahî dan.
Şande piştî civîna li Parlamentoya Eyaleta Bremenê beşdarî panela li Lagerhaûsê bû û têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û Şoreşa Rojava de agahî dan.