Enes Sitêf ji aliyê bi dehan şêniyên Qamişlo hat oxirkirin

Li goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo duh bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Sitêf ê Erka Xweparastinê hat oxirkirin.

Şehîd Enes Sitêf di 2’yê Cotmehê de, dema erka xwe ya leşkerî bi cih tanî, şehîd bû.

Di merasîmê de, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan hatin kirin.

Di axaftinê de, sersaxî ji malbata şehîd re hat xewestin û soza şopandina xeta şehîdan hat teqezkirin.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girseya gel di nava sloganên dilsoziya bi şehîdan re, şehîd Enes Sitêf spart axê.

Back to top button