Benny Gantz: Tirkiye aramiya herêmê têk dibe û li dijî aştiyê ye

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz ragihand ku Tirkiye aramiya herêmê têk dibe û li dijî hewldanên aştiyê dixebite. Gantz bang li civaka navnetewî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz derbarê peymanên lihevkirinê yên bi Behreyn û Imaratê re ji ragihandina Kendavê re axivî û Tirkiye û Îran bi têkbirina aramiya li herêmê tawanbar kir.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê hebûna Tirkiyê ya li bakur û rojhilatê Sûriyê, Lîbya û Rojhilatê Derya Spî û her wiha têkiliyê wê bi Hamasê re jî rexne kir û got,

“Ev tevde aramiyê xiradikin. Ji ber vê yekê ji bo ku Tirkiye têkiliyên xwe yên bi terorîzmê re qut bike divê em bikevin nava hewldanan û di qada navnetewî de zextê lê bikin.”

Tirkiye û Îran li ber peymanên lihevkirinê yên Îsraîl, Îmarat û Behreynê rabubûn û ev yek şermezarkiribûn.

Back to top button