Serokê Koreya Bakurî Kîm Cong On ku 20 rojan nebedî bû, duh bi awayekî eşkere xuya kir.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Bakurî da xuyakirin ku, Kîm Cong, cara yekem ji 11’ê Nîsanê ve, beşdarî merasîmên bidawîkirina avakirna kargeheke semadê li heremekê li bakurê Biyong Yang a paytext bû.
Tê zanîn Kîm Cong on piştî civîna mekteba siyasî ya partiya karkerên Korî roja 11’ê Nîsanê, wenda bû û gelek gotin derbarê tenduristiya wî derketin holê, lê hikumeta Koreya Bakurî ti daxuyanî derbarê mijarê de neda.