Balafirên şer yên dewleta Tirk Dêrik, Şengal û Mexmûr bombebaran kirin

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê, yekeser dewleta Tirk ket tevgerê û xwest tola wan bi destê xwe hilîne. Duh di heman wextî de Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrişî Dêrik, Mexmûr û Şengalê kir.Di van êrişan de gelek dever bombebaran kirin. 

Çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên wê, li vir têk çûn, dewleta Tirk li wir û yekser dest bi êrişên tolhilanînê kir.

Şevê din bi dijwarî û bi balafirên şer dewleta Tirk êrişî Mexmûr, Şengal, Dêrik û Şehbayê kir.

Destpêkê berê balafirên xwe da wargeha penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) û bi dijwarî bombebaran kir.

Ev êriş derdora se’et 9’ê êvarî dest pêkirin.

Paşê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şêx Îsa yê Şehbayê topbaran kir.

Ev gund bi hawn û mûşekan hat armancgirtin.

Hemwextî van êrişan, balafirên dewleta Tirk kampa Serdeştê ya Şengalê bomebebaran kir.

Li vir deverên Şîlo, Barî, Kurs, Kesê û Çilmîra û Amûd ên Şengalê hatin bomebebarankirin.

20 êriş li van deverên navborî û bi gelek dronan pêk hatin.

Ji bilî wan, balafirên dewleta Tirk navçeya Xanesorê ya Şengalê bombebaran kir.

Navçeya Xanesorê jî 2 caran pey hev hat bombebarankirin.

Ev bombebarana li ser Şengalê heta 3 se’etan dom kir.

Bi van êrişan re, dewleta Tirk berê balafirên xwe da Dêrikê jî û ew der jî bombebaran kir.

Gundê Teqil Beqil hat bombebarankirin û stasyona kehrebeyê ya gundê hat rûxandin.

 

Back to top button