Şêniyên navçeya Til Temirê û koçberên Serêkaniyê bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, bê deng neminin û got bêdengiya wan hêzan nîşaneya hevakariya wan a bi dewleta Tirk re ye.
Welatiya bi navê Munîre Xelîl a ji navçeya Til Temirê axafî û got:
“Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.
Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku bi lez destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestînin.”
Koçberê ji Serêkaniyê yê bi navê Mehmûd Ebdulezîz El Mihemed jî wiha axafî:
“Erdagan li aliyekî Îsraîlê şermezar dike û li aliyek din jî heman tiştî li ser gelê kurd dide meşandin.”
Welatiya bi navê Reşe Elo ya ji navçeya Til Temirê jî wiha axivî:
“Erdogan, siyaseteke dualî dimeşîne.
Li aliyekî kuştina zarokan li Filistînê şermezar dike û li aliyekî din li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zarokan dikuje.
Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku bêdengiya xwe bi dawî bikin û rê li pêşiya sûcûn dewleta Tirk a dagirker bigirin.”
Xelkê Minbicê: Ev êriş me natirsînin em dev ji axa xwe bernadin