Belgefîlma li ser Nûjiyan li Dirbêsiyê hat pêşandan

Li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê belgefîla “Nûjiyan” hate pêşandan ku behsa kurtejiyana rojnamevana şehîd Nûjiyan Erhan dike.

Belgefîlm bi koordîneya Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê hate pêşandan.

Beriya film bê pêşandan, derhênera belgefîlêm Jînda Asmen axivî û got:

“Nûjiyan, jiyana xwe di oxira eşkerekirina rastiyê de borand.

Armanca ji fîlmê, nasandina jiyana rojnamevan Nûjiyan û têkoşîna wê ye.”

Paşê beşdaran li belgefîlmê temaşe kir ku dema wê saetek û 13 deqe ne.

Nûjiyan 3’yê Adara 2017’an de li bajarokê Xanesor ê Şengalê bi destê çeteyên “Roj” birîndar bû.

23’yê Adarê jî li nexweşxaneyeke Hesekê şehîd bû û 25’ê Adarê li Şengalê hate veşartin.

Back to top button