Serokwezîrê Macaristanê Victor Orban stratejiya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo şandina alîkariyên aborî bo Ukraynayê rexne kir.
Orban diyar kir ku Ukrayna tu carî nikare li eniyê şer bi ser bikeve û got: “Stratejiya Yekîtiya Ewropayê ya li Ukraynayê têk çûye.”
Serokwezîrê Macaristanê Victor Orban ji bo beşdarî Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê bibe li Brukselê ye.
Orban li wir têkîldarî alîkariyên YE’yê ji bo Ukraynayê axivî û got:
“Îro her kes dizane, lê newêre bi dengekî bilind bibêje, ev stratejî têk çûye.
Aşkere ye ku wê ev yek bi ser nekeve. Ukraynî wê li eniyê bi ser nekevin.”
Orban di axavtina xwe de diyar kir ku ji bo piştgiriya Ukraynayê şerekî mezin heye, lê gelê Macar tu sedemê nabîne ku pereyên xwe yên bacê ji bo piştgiriya Ukraynayê bişîne.
Orban, anî ziman ku ji bo Ukraynayê hewce ye Yekîtîya Ewropayê gavên cuda bavêje û got:
“Divê li ser lêçûnan hesabekî rast were kirin û bi zanebûn hin gav bêne avêtin.”
Hêjayî bi bîr xistinê ye, YE dixwaze ji bo Ukraynayê 50 milyar û ji bo koçberiyê jî 15 milyar euro cuda bike.
Axaftinên Serokwezîrê Macaristanê Victor Orban jî di vê çarçoveyê de ne.



