Ukrayna: Di nava hefteyekê de 37 kîlometre hat rizakirin

Artêşa Ukrayna ragihand ku di nava hefteya dawiyê de, 37 kîlometre xaka welat ji bin kontrola Rûsya derxistine.
Li aliyê din, metirsiya bicihbûna serokê Wagner ya li Belarûsyayê, Polonya xistiye nava metiriyê.
Rêveberiya Warşow jimara leşkerên li sînorê welat zêde dike.

Di rêya hewayî û bejahiyê de, şerê li Ukrayna dijwar bûye.

Êrişa dijber a artêşa Ukrayna dayî despêkirin, hêviyên xelasiyê zêde kirine.

Cîgira Wezîrê Parastinê ya Ukraynayê Anna Malyar ragihand ku li rojhilatê welat di nava hefteyê de, 9 kîlometre û li başûr jî 28,4 kîlometre çargoşe xaka welat hatiye rizgarkirin.

Malyar di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de rewşa dawî ya li eniyên başûr û rojhilatê welat parve kir.

Malyar diyar kir ku artêşa Ukraynayê li rojhilat êrişên xwe yên dijber didomîne û wiha got:

“Em di aliyê Bahmutê de bi pêş ve diçin.

Dijmin li aliyê Port, Avdiyivka û Marînkayê êrîşên xwe didomîne.”

Malyar amaje bi wê yekê jî kir ku hêzên Rûsî di heftiya borî de êrişên xwe yên li rojhilat duqat zêde kirine û ev tişt anî ziman:

Di heftiya borî de 6 hezar û 457 êrîş hatine tomarkirin û ev hejmar heftiya borî 11 hezar û 753 bû.

Ji Polonya tevdîrên li dijî Wagner: Li sînorê Belarûs sewqiyat

Polonya biryar da ku hejmara polîsên li ser sînorê Belarusê zêde bike.

Ev yek piştî çekdarên Wagner li Belarûsya bi cih bûn pêk hat.

Wezîrê Karên Hundirîn ê Polonya Mariusz Kaminski ragihand ku li hemberî şandina koma Wagner a ji bo welatê cîran wê hêzên din li ser sînor werin bicihkirin.

Ji bo sînor wê 500 polîsên din werin şandin.

Di nava wan de, yekîneyên dij-terorê jî hene.

Beriya niha 5 hezar leşker li sînorê rojhilat ê welat hatibûn bicihkirin.

Sînorê Warşow yê li gel Belarûsyayê 418 kîlometre ye.

Piştî aloziya Wagner a dawiya Hezîranê, Rêveberiya Moskow ew ji welat qewitandin.

Lîderê Wagner ê li ser daxwaza Belarûsê êrişa xwe da rawestandin, berê xwe da wî welatî.

Her çiqas NATO ji bo metirsiya vê yekê dibêje zû ye jî, lê Polonya, bicihbûna Wagner li sînorê xwe bifikar e.

Ukrayna: Hêzên me li Bahmotê bi pêş ketine

Back to top button