Di 7’ê Tebaxê de li Reqayê Forûma piştgiriyê ya ji bo jinên Şengal û Efganistanê wê bi dirûşmeya “Em li dijî qirkirina li ser jinan jiyana azad diafirînin dê bê li darxistin.
Endama Koordînasyona Civaka Jin a Zenobiya Nesrîn Hesen û Endama Yekîtiya Siyaseta Demokratîk û Têkiliyên Kongra Star Pencewîn Elî, hin nirxandin kirin.
Pencewîn Elî diyar kir ku tevgera piştevaniya jinan a li Şengal û Efganistanê bi pêşengiya KJK’ê hat destpêkirin.
Pencewîn got :
”Rastiya ku forum li Reqayê wê pêk bê, xwedî wateyeke cuda ye. Reqa ku paytexta DAIŞ’ê bû, bi vîn, têkoşîn û berxwedana jinan hate rizgarkirin.
Ji bo komkujî û hedefgirtina jinan dubare nebe, wê bi beşdariya 129 jinan forumek bê lidarxistin.”
Nesrîn Hesen jî bal kişand ser erk û berpirsyariyên rêxistinên jinan û wiha anî ziman:
”Berpirsyariya me ev e ku em balê bikişînin ser şîdeta li ser jinan û pêşî lê bigirin.
Jin niha xwedî rêxistine û bi şoreşê re rola xwe ya pêşengtiyê rabû.”