Taywanê agahiyên DYA leşkerên wan perwerde dike piştrast kir

Bi gefxwarinên Çînê yên li dijî Taywanê re, helwestên li seranserê cîhanê jî eşkere dibin.
Seroka Taywanê Tsai Ing-wen agahiya ku leşkerên Amerîkayê ji bo perwerdekirina leşkerên artêşa Taywanê hatine giravê piştrast kir û got,
Em di wê baweriyê de ye ku ger êrîşek ji aliyê Çînê ve were kirin, Amerîka wê giravê biparêze.

Tsai ji kanala CNN re axivî û îdia kir ku xeteriya Pekînê “roj bi roj mezin dibe” û Taywan wekî “ronahiya demokrasiyê ya ku bi avahiyek otorîter re têdikoşe” bi nav kir.

Seroka Taywanê li ser pirsa çend leşkerên Amerîkî li giravê hene, got:

“Ne bi qasî ku merov difikire ye.”

Tsai wiha got: “Ji bo zêdekirina parastinê, bi Amerîkayê re hevkariyeke berfireh heye.”

Berpirsekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) di destpêka vê mehê de ji AFP’ê re axivî û îdia kir ku komek leşkerên Amerîkî ji bo perwerdekirina artêşa Taywanê çûne giravê.

Ji sala 1979’an ve li Taywanê ti hebûna leşkerî ya Amerîkayê tune ye.

Wezîrê Parastinê yê Taywanê Chiu Kuo-cheng duh li Meclîsê ji parlementeran re axivî û diyar kir ku artêşa DYA û Taywanê ev demeke dirêj e bi hev re di nava têkiliyê de ne.

Back to top button