Nexweşê ku dilê barazan neqlî wî hatî kirin jiyana xwe ji dest da

David Bennett nexweşekî dil bû. Berî 2 mehan bi neqla dilê berazekî bû wî, ji aliyê cîhanê ve hate naskirin. Bennett yê 57 salî ku piştî neqlê rewşa wî ya tenduristî jî baş bû, ji nişka ve koça dawîkir. Lê heta niha sedema mirina Bennett yê ku navê wiya ket dîrokê, nayê zanîn.

 

Nexweşê bi navê David Bennett, derbarê emeliyata yekem de got, “Ez ê bimirim an jî ez vê emeliyatê bikim.”

Rewşa Bennet çend roj berê dest bi xirabûnê kiribû û di 8’ê Adarê de hat ragihandin ku ew miriye.

Bijîjkên wî diyar dikin ku David Bennett karîbû piştî neştergeriyê bi malbata xwe re wext derbas bike, û tewra li fînala Lîga Futbolê ya Amerîkî temaşe kir.

Bizîşk Bartley Griffith derbarê nexweşê xwe de got,

“Wekî nexweşekî wêrek û rêzdar heta dawiyê şer kir.”

Kurê Bennet jî cara yekem gotibû, ew “ez hêviya destpêkê dixwazim.”

Beraz ji hêla genetîkî ve hate guherandin da ku dil bêyî ku were red kirin di laşê mirovan de kar bike.

Hêvîdar e ku ev karanîna heywanên genetîk guhertî dê bibe alîkar ku kêmbûna organan di neqlêyan de derbas bibe.

Di ceribandinê de, gurçika berazan di laşê însanekî ku mejiyê wî miribû hat bicihkirin û hat diyarkirin ku gurçikê di bedenê da dest bi xebatê kir.

Nûçegihanê tenduristiyê yê BBC James Gallagher diyar dike ku astengiya herî mezin a ji bo veguheztina organek cûda “retkirina hîper-akût” e.

Di vê rewşê de, laş tevna veguheztin wekî biyanî dibîne û wisan tevdigere ku di nava çend kêliyan de dikuje.

Bi 10 guhertinên cihêreng re, dihat hêvîkirin ku dilê beraz ji hêla laşê mirovan ve were pejirandin.

Piştî neqlê “redkirina hîperakt” tune bû û qonaxek dîrokî derbas bû.

Gallagher diyar kir ku cerrahên ku piştî emeliyatê mehek pê re axiviye, gotiye ku hîna jî laşê wî nîşana redkirinê nedaye.

Lê heta niha sedema mirina Bennet jî nayê zanîn.

Li DYAyê her roj 17 nexweşên ku li benda neqla lebetanin (organan) dimirin.

Back to top button