“Li dijî tecrîdê divê her kes bi erka xwe rabe”

Siyasetmedar û hiqûqnasên herêma Firatê derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo dan zanîn ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide fikir û berxwedana wî sînordar bike.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Ehmed Xoce diyar kir ku gefên dawîn li dijî Rêber Apo nîşaneya aşkera ya dewama Komploya Navneteweyî ye.

Xoce anî ziman ku siyaseta tecrîdê bi ser nakeve ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand navendeke perwerdeyê û dîroka gelan nivîsand.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Ehmed Xoce di dawiyê de got :”Gef bandorê li Rêbertî nakin û li pey wî bi milyonan mirov hene.”

Berdevkê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbic û Gundewarên Wê Asya El Hisên jî derbarê heman mijarî de destnîşan kir ku ya dihêle dewleta Tirk van binpêkirinan bidomîne, bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî yên têkildar e.

Asya bang li hêzên navnetewî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.

“Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin”

Back to top button