Aktîvîsta Şadî Semed semed bang li Kurdan kir ku yekîtiya xwe ava bikin

Çalakvanan jinan Şadî Semed ku tevlî konferansa Peymana Lozanê bibû da zanîn ku divê Gelê Kurd, taybet jî jin yekîtiya xwe çêbikin û hemû bihevre li dijî dagirkeran rawestin.

Şadî Semed diyar kir ku bi taybet Peymana Lozanê bandorek xirab li ser jinan çêkir, di nava sed salan de li her çar beşên Kurdistanê bi deh hezaran jin bi êşkence û komkujiyan re rûbirû man.

Çalakvana jinan Şadî di dewamê de da zanîn ku di konferansê de rêjeyek zêde ya jinan amade bûn û got:

”Li gorî min di Rojhilata Navîn de cara yekeme ku rêjeyek wiha zêde jin tevlî konferansek wiha girîng dibin.

Banga aştiyê, jiyanek hevbeş û mafê xwe dikirin. Ya herî balkêş, medya cîhanê jî gelek behsa girseya jinan ya li kolanan ku daxwaza mafê xwe dikirin, dikir.

Di konferansê de hate xwestin ku welatên dagirker êrişî jinan nekin, dagirker dawî li dagirkeriya Kurdistanê bînin.”

Çalakvana jinan Şadî Semed destnîşan kir ku jin bûne xwedî hêz û ev bang kir divê gelê kurd taybet jî jinên kurd yekîtiya xwe ava bikin û êdî parçebûnê qebûl nekin.

Back to top button