Ukrayna: Hêzên me li Bahmotê bi pêş ketine

Artêşa Ukraynayê ragihand, di gel topbarana li ser hêzên Rûsî, hêzên wan li eniya Bahmotê bi pêş ketine.

Êrişa dijberane ya Ukrayna ji bo rizgarkirina xaka xwe, ku Rûsya kontrol kiriye, didome.

Li Bahmotê bi mehane êrişên tund digeriyan û di dawiyê de hêzên Wagnerê kontrolkirina vê herêmê ragihand û ew radestî artêşa Rûsî kir.

Ji aliyê xwe ve hêzên esmanî yên Ukraynayê ragihand, pergalên wan ên parastinê, 8 dronên Îranî yên ji cûreya Şahid 136 û 3 moşekên Kalîper Krûz, ku hêzên Rûsî berdabûn, bêbandor kirin.

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Rûsî eşkere kir, hêzên wan tankeke Ukraynî û stasyoneke çavdêriyê li eniya Xêrson, bi dronan rûxandin.

Artêşa Ukrayna li herêma Donbasê bi pêşde diçe

Back to top button