Li Îranê jimara kesên bi Coronayê ketine nêzî 100 hezarî dibe

Li gorî wezareta tendurstiyê ya Îranê, 24 saetên borî de 63 kesên din li Îranê bi Coronayê jiyana xwe ji dest daye.

Li Îranê jî wezareta tendurstiyê ragihand ragihand ku di nava 24 saetên borî de 63 kesên din li Îranê bi Coronayê jiyana xwe ji dest daye.

Bi vî awayî hejmara kesên li Îranê bi Coronayê mirine bû 6 hezar û 340 kesan.

Herwiha hate gotin ku ji duh ve hezar û 323 kesên din jî bi vîrûsa Coronayê ketine.

Hejmara kesên bi Coronayê jî ketine gihişt 99 hezar û 970 kesan.

Li alîyekî din kanala BBC’yê îdîa kir ku belge li gel wan hene kompanya Mahan a geştên asîmanî ya Îranê bûye  sedem vîrûs li Rojhilata Navîn belav bibe û gelek caran jî qedexeya çûnûhatinê ya çend welatan binpêkiriye.

Back to top button