LEYLA GUVEN LI DIJÎ TECRÎDÊ 141 ROJ IN LI BER XWE DIDE

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, 141 roj in li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.
Dayîkên Giriyan jî ev 3 rojin li ber wezareta Dadê kom dibin.
Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran biryara dadgehê ya ji bo Guven ku wê bi darê zorê bibin danişînê weke hewldana cinayetê bi nav kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 141 roj in didome.

Çalakiya koma yekem a girtiyên li girtîgehên Tirkiye 103 roj in didome.

Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi grevê kirin.

Çalakiya girtiyan bi biriyardarî dikeve roja xwe ya 28’an .

Her wiha Çalakiya Parlementera HDP’ê Dersîm Dag û 5 endamên din 26 roj in didome.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç jî 21 roj in didome.

Çalakiya Sedat Akin a li Êlihe 81 , Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 71, ya Semra Alkan 80 roj, Îhsan Sinmiş 30 roj in di greve de ne.

DAXWAZA MALBATAN A BI WEZARETA DADÊ RE DÎSA HAT REDKIRIN

Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji Stenbolê çûbûn Enqereyê.

Malbat ji bo rayedarên Wezareta Dadê re hevdîtin bikin di roja 3’yemîn de li ber wezaretê kom bûn.

Malbatan xwest daxwaza girtiyan ji rayedaran re ragihînin, lê carek din daxwaza hevdîtinê ya malbatan hat redkirin.

Bendemayîna malbatan a li ber wezaretê di roja 3’yemîn de didome.

BAŞARAN: BIRYARA DADGEHÊ YA JI BO GUVEN HEWLDANA CÎNAYETÊ YE

Berdevka Komîsyona Mafên Mirova û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran biryara dadgehê ya ji bo Leyla Guven ku wê bi darê zorê bibin danişînê daxuyaniyek nivîskî da.

Başaran got dadgehê bi vê biryarê alîgiriya xwe ya ji zaliman û bêhiqûqiyê îlan kiriye û got:

“Pêkanîna vê biryarê wek hewldana cînayetê ye.

Daraz, hiqûq û edaleta ku li ser fermana AKP’ê dixebite bi vê helwesta xwe bûye hevkarê komkujiyan.”

Leave a Reply

Back to top button