Wezareta Parastina tirkiyê bi daxuyaniyeke ragihand ku erkê wan li Efxanistanê bi dawî bûyê û vê sibê dest bi derxistina leşkerên xwe li Efxanistanê kirine.
Ji xwe berî niha serokkomarê Tirkiyê Erdogan gotibû ew ê ji bo birêvebirina balafirgeha Hamid Kerezay a Kabulê, alîkariyê bide Talîbanê.
Lê Talîban vê daxwaza dewleta Tirk red kir û ji Tirkiyê xwest ku hêzên xwe li Efxanistanê derxîne.
Amerîka, Brîtanya û Awusturalya: Divê welatiyên me xwe dûrî balafirgeha Kabulê bikin
Di heman demê de, Wezareta Derve ya Brîtanî jî rewenda xwe ya li Kabulê ji çûyîna bo balafirgehê hişyar kir û got:
“Rewşa ewlehiyê hêj tevlihev e û metirsiyeke mezin heye ku êrîşeke terorî pêk were”.
Piştî hişyariyên Amerîka û Brîtanya, Wezîra Derve yê Awusturalya jî ji welatiyên xwe xwest ku nêzî balafirgeha Kabulê nebin.