4 Kes li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê bi Corona ketin

Vîrûsa Corona ku li Çînê der ket û li cîhanê belav bû, bandoreke giran li seranserî cîhanê dike.

Bi belavbûna zêde ya Corona re, 4 kes li başûrê Kurdistanê bi virusê ketin.

Li Îranê jî 66 kes bi vîrusê mirine û jimara eksên vîrûs derbasî wan bûne jî hezar û 500 derbas kir.

Vîrusa Corona ya ku ji Çînê debketî û li cihanê belav bûyî heta niha bandora xwe li 64 welatan kiriye.

Li gelemperiya cîhanê 89 hezar û 197 kes ku bi vîrûsê ne, hatin tespîtkirin.

Zêdeyî 3 hezar ji wan jiyana xwe ji dest dan e.

Her çiqasî rêjeya belavbûna vîrûsê ya li Çînê kêm bûye jî lê ev rêje li seranserê cihanê zêde dibe.

Di 24 seatên dawî de li Çînê 42 kesan jiyana xwe ji dest daye û 202 kes nû bi vîrusê ketine.

Li Başûrê Kurdistnê jî 4 kes bi vîrusê ketine.

Li gorî wezareta Tenduristiyê ya herêmê, her 4 kes ji Silêmaniyê ne û 3 kes ji heman malbatê ne.

Waliyê Silêmaniyê diyar kir ku ev kes di bin çavdêriyê de ne.

Li Îran bîlançoya qurbaniyan giran dibe.

Herî dawî 66 kesan jiyana xwe ji dest dan û vîrûs derbasî hezar û 501 kesî bûye.

Li Amerîka jî keskî jiyana xwe ji dest da, Brîtanya jî 4 kes nû bi vîrusê ketine.

Her wiha li Koreya Başûr jî îro 476 rewşên nû hatin tomarkirin, 4 kesan jî bi vîrusê mirine.

Li Cezayîr, Misir û Jordan rewşên nû tomarkirin

Vîrûs îro li Misir, Jordon, Rûsya, Israîl, Endesnosya û Îslanda jî hate dîtin.

Li Fransa 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Kewît jî îro ragihand ku vîrus derbasî 10 kesan bûye, bi vê yekê hejmara kesên bi vîrusê ketine dibe 56 kes.

Cezayîr jî îro ragihand ku vîrus derbasî 2 kesin din bûye.

WHO : Vîrûs sînoran nas nake

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), “şaşitî” ye ku mirov xwe ewle bibîne.

Rêxistinê destnîşan kir ku vîrûs sînoran nas nake.

Rêxistinê asta gef û metirsiyê derxist qonaxa herî bilind û welatên vîrûs hîn lê dernebûne jî hişyar kir.

Back to top button