Rejîmê careke din bajarê Seraqibê bi dest xist

Rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê careke din bajarê Seraqibê yê stratejîk bi dest xist û nuqteyeke din a dewleta Tirk kir hedef.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku şerê navbera çeteyên dewleta Tirk û rejîma Sûrî bi awayekî dijwar dewam dike.

Herî dawî û bi desteka Rûsyayê rejîmê careke din bajarê Seraqibê yê li ser riya M5 bi temamî kontrol kir.

Her wiha rejîmê nuqteyeke din a dewleta Tirk li Qimînas li gundewarê Idlibê kir hedef.

Çavdêriyê teqez kir ku di encamê de hejmarek leşkerên dewleta Tirk birîndar bûn.

Li rex wê dewleta Tirk li bajarokê Batibo li gundewarê Idlibê nuqteyeke din ava kir û bi dehan erebe û alavên leşkerî derbasî bajarok kirin.

19 Leşkerên Rejîmê hatin kuştin

Li herêma Cebel Zawiya û baregeha Hamidiyê li gundewarê Idlibê, di encamê êrîşên balafirên bêmirov yên dewleta Tirk de 19 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Bi vê yekê re di 72 satên dawî de herî kêm 93 leşkerên rejîmê ji ber êrîşên Tirkiyê hatin kuştin.

Wezareta parastinê ya dewleta tirk jî îdia kir ku 2 hezar 557 leşkerên rejîmê hatine kuştin.

Back to top button