Bi gurbûna şerê li rojavayê welêt re, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser bakur û rojhilatê Sûrî zêde dike. ArtêşaTirk û çeteyên wê bi çekên giran êrîş birin ser gundên Girê Spî.
Îro di saetên êvarî de dagirkeriya dewleta Tirk gundê Silîp ê Girê Spî bi çekên giran topbaran kir.
Derbarê encamên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.
Her wiha duh jî, artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê, bajarokê Arîme û gundên wê yên rojhilatê gundewarê bajarê Babê bi top û moşekan topbaran kirin.
Çavkaniyan diyar kirin ku di encama topbaranê de şêniyek 35 salî birîndar bû.