Li herêmên Efrîn û Şehbayê 6 Sivîl şehîd û 10 birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Sibatê de de êrîşên xwe yên li ser navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê û herêma Şehbayê bê navber pêk anîn.

Di nava mehê de artêşa dagirker 41 êriş li ser herêmê pêk anîn.

Di encamê de 6 sivîl şehîd û 10 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di demên dawî de êrişên xwe yên li ser navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê û herêma Şehbayê zêde kirin.

Dagirkeriyê herî zêde gund Malikiyê, Elqemiyê, Merenaz û Şewarxa yên navçeya Şerayê û gundên Aqîbê, Soxanekê û Bînê yên navçeya Şêrawayê kirin hedef.

Her wiha gundên Herbel, Um El-Hoş û herêma Tepê Derdarê yên Şehbayê jî bi dijwarî hatin topbarankirin.

Li gel topbaranê balafirên keşfê jî bênaver li ser herêmê digeriyan.

Li gorî vê;

3 Sibatê di encama topbarana li ser gundê Aqîbê de xityarê bi navê Menle Elî şehîd bû.

Her wiha gelek mal jî xerab bûn.

15’ê Sibatê gundê Başemirê hate topbarankirin.

Di encamê de jina bi navê Sêvîn Nibû Qesab û keça wê Hemîda Salih Hilal (8) û kesekî din ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.

23’ê Sibatê gundê Bêne, Aqîbê, Soxanekê û Kulitê hatin topbarankirin.

Di vê topbaranê de dayikekê jiyan xwe ji dest da û gelek zerarê madî gihiştin malên gundiyan.

24’ê Sibatê gundên Kilûte, Birc El-Qas û Gundê Mezin yên navçeya Şêrewa bi dijwarî hatin topbarankirin.

Di vê topbaranê de jina bi navê Amûn Mensûr Amir (40) jiyana xwe ji dest da û Xelîl Bekrî Ehmed (35) jî birîndar bû.

25’ê Sibatê di êrişa ser gundên Aqîbê, Soxanekê û Bêne de 4 kes birîndar bûn.

Dê û bav û keçeke wan jî di bin kavilan de şehîd bûn.

Liv û tevgera balafirên bêmirov bê navber domiya û carcarna ji balafirên şer jî geriyan.

Back to top button