QSD’ê bûyera li Dêrazorê bi fitneyê bi nav kir

Îro li bajarokê Siwer ê Dêra Zorê, di encama nakokiyan de, şer di navbera hin endamên Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê û Polîsên Leşkerî de rû da.
Lewra, Hêzên Sûriya Demokratîk ev bûyer wekî fitinê bi nav kir û dest bi lêpirînê kir.

Li gor agahiyên hatine wergirtin, ji ber şerê rûdayî de, endamekî Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê şehîd bûye û 3 jî birîndar bûn

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê eşkere kir ku Fermandariya wan a giştî vê bûyerê wekî fitinê dibîne û ferman daye ku bi lez lêpirsîn were destpêkirin.

Navendê diyar kir ku fermandariya QSD’ê biryar daye hemû sûcdar werin girtin û radestî dadgehê bên kirin.

Her wiha li ser zimanê Fermandariya QSD’ê got ku ew ê rê nedin van tevliheviyên bi vî rengî ku gefê li aramî û ewlekariya herêmê dixwin.

Back to top button