Navenda Jinolojiyê ya bajarê Kobanê komxebatek li ser ol û baweriyan lidar xist.
Komxebat li navenda Jinolojiyê ya li Kobanê bi beşdariya oldar û endamên saziyan pêk hat.
Di komxebatê de nîqaş li ser rola jinê di nava ol, tundiya li dijî jinê dibin navê olan û malbata demokratîk û ol de hat nîşakirin.
Endama navenda jinolojyê Canê Ebdî axivî û diyar ku armanca wan ji lidarxistina vê komxebatê ew e ku jin ji bin bandoriya olan derkeve û hebûna xwe misoger bike.
Oldarê bi navê Ebdrhman Mihemed jî da zanîn ku her olek xwedî rist û roleke girînge.