Kongra Star: Leyla Agirî baweriya heqîqeta şoreşa Kurdistanê bû

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî bi bîra anî û diyar kir ku Şehîd Leyla baweriya heqîqeta şoreşa Kurdistanê bû û ew şahidê vê rastiyê ne.

Koordînasyonê got:

“Ji pêşengên şoreşa Kurdistan û şoreşa jinan Leyla Agirî li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşên hewayî yên dewlata Tirk de şehîd bû.

Ji bo me jinan, wateya şehadeta endama rêveberiya KJK’ê Leyla Agirî weke peyamek e ku wê jin û gelê Kurd li cîhan û Rojhilata Navîn azad be.

Hevrê Leyla, şoreş û jiyan bi têkoşîneke paradîgmayî jiya, her tim perspektîfa “Jin azad nebe, civak azad nabe” girt dest û di avakirina pergala jinê de pêşengtî kir.

Leyla di qada leşkerî de fermandar bû, artêş bi rê ve dibir û di qada jineolojiyê jî, îdeolojî afirand.

Em jî weke Kongra Star hevrê Leyla Agirî bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo azadiya jinê, welatekî azad û serbixwe têbikoşin dubare dikin.

Back to top button