Li Efrîna dagirkirî, revandina sivîlan her heye û herî dawî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe 3 sivîl ji gundê Dêr Siwanê yê Şerayê revandin.
Ji bilî dizî û talanê, revandin û êşkencekirina sivîlan li Efrîna dagirkirî bûne kirinên rojan e.
Di vê çarçoveyê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe serdegirtin û revandina sivîlan didomînin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker
Hesen Mihemd Kilcemo
Hesen Tobal
Kurê Tobal a 17 salî ji gundê Dêr Siwanê yê Şerayê revandin û heta niha jî çarenûsa wan nediyar e.