HPG’ê bi daxuyaniyeke nasnameya 2 gerîlayên ku li Avaşînê şehîd bûne jî eşkere kir.
HPG’ê bi daxuyaniyeke cuda nasnameya 2 gerîlayên ku li Avaşînê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê da zanîn di êrişa dijmin ya 7’ê Hezîrana 2023’yan de hevrêyên wan Endamê Fermandariya Eyaleta Avaşînê Devrîm Garzan û Sîdar Amed şehîd bûn û wiha got:
Hevrê Devrîm ji Mamreşo heta Werxelê li gelek herêman li dijî dagirkeran têkoşîneke fedayî meşand û wekî fermandarên ciwan ên gerîlatiya serdema nû ketiye nav dîroka me ya têkoşînê.
Hevrêyê me Sîdar jî, weke milîtanekî Apoyî tevlî gelek çalakiyan bû, peywir û berpirsyariyên xwe bi cih anî û tevlî nava karwanê nemiran bû.
HPG’ê soza pêkanîna xeyalên azadiyê yên şehîdan dubare kir û got:
Di serî de ji malbatên hêja yên hevrê Devrîm û Sîdar em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ne:
Nasnav: Devrîm Garzan
Nav û paşnav: Bîlal Onat
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê Dê: Latîfe
Navê Bav: Cengîz
Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Hezîrana 2023’an / Avaşîn
Nasnav: Sîdar Amed
Nav û paşnav: Mazlûm Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê Dê: Azîze
Navê Bav: Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Hezîrana 2023’an / Avaşîn